TR KU AR
FB X IG
Jiyan

SDV: Swêd di Hezîranê de serlêdana endamtiya NATOyê dike

📅 13 nîsan 2022 15:19

PeyamaKurd-Li gorî Rojnameya SVDê, Swêd di Hezîranê de serlêdana xwe ya ji bo endamtiya NATOyê dike. Hat zanîn ku dê serlêdan di civîna Welatên NATOyê de were kirin.

Li gorî nûçeya Rojnameya SVDê, serlêdana ji bo endamtiyê dê di 29-30ê Hezîranê de bê kirin. Beriya niha jî Serokwezîra Finlandiyayê Sanna Marin ragihandibû ku dê biryara endamtiya Finlandiyayê ya ji bo NATOyê di nav çend hefteyan de diyar bibe.

Serokwezîra Swêdê Magdalena Andersson û Serokwezîra Finlandiyayê Sanna Marîn, ji bo nirxandina endamtiya NATOyê civiyan

Parve bike: