Şaredariyên DEMê di warê kurdî de li paş man
RûpelNews - Berî hilbijartinên herêmî yên 31ê Adara 2024an, DEM Partiyê pirzimanî û xizmeta bi zimanê dayikê di nav sozên xwe yên bingehîn de diyar kiribû. Lê niha, “karnê” ya kurdî ya 62 şaredariyên ku ji aliyê partiyê ve tên rêvebirin, li gorî nirxandinekê li bin hêviyên civakê maye.
Li gorî berhevkirinekê, xebatên şaredariyan di warê kurdî de zêdetir bi şanoya teatroyê, konseran, atolyeyan û çalakiyên hişmendiyê sînordar mane. Gava ku di warê avakirina avahiyeke sazûmanî û gavên mayînde de astekî têr nehat dîtin.
46 şaredari de bi tenê tirkî ne
Li gorî lêkolînê, tevî ku nêzîkî du sal ji hilbijartinan derbas bûye, ji 62 şaredariyan 46’ê malpera xwe tenê bi tirkî dixebitînin.
Li nav wan de şaredariyên Ağrî, Diyadîn, Bazîd, Amed, Dicle, Erxenî, Hênê, Sûr, Bağlar, Qoser, Hêlvîn, Lîce, Mêrdîn, Nisêbîn, Dêrik, Artûklû, Mazıdağ, Mûş, Melazgirt, Varto, Bulanık, Sêrt, Kurtalan, Şirnex, Cizîr, Wan, Erciş, Gevaş, Gurpînar, Saray, Başkale, Çaldıran, Çatak û Özalp hene.
Tê gotin ku hejmarê şaredariyên ku malpera wan pirzimanî ye tenê 9 in.
Armanca kreşên pirzimanî sînordar ma
DEM Partiyê di dema kampanyaya hilbijartinê de kreşên pirzimanî wekî armancekî girîng nîşan da. Lê di pratîkê de ev gav jî sînordar ma.
Tenê li Şaredariya Mezin a Amedê û Şaredariya Kayapînarê de, bi giştî çar kreşên pirzimanî hatine vekirin.
Tevî ku bi sedan malbatan serlêdan kirine, tê gotin ku ev model nehate belavkirin. Gelek şaredariyan vê pêvajoyê bi atolyeyên demkî yên Kurdî û kursan ve meşandin.
Kêmîya avahiya sazûmanî
Ji 62 şaredariyan tenê li Şaredariya Mezin a Amedê Müdîriyeta Parastin û Pêşxistina Zimanê hate damezrandin. Li hin şaredariyan meclîs an komîsyonên zimanê hatin avakirin, lê tabloya giştî wekî kêmîya bingeha sazûmanî tê nirxandin.
Di raporê de herwiha hat diyarkirin ku beşeke mezin a tabelayên navbajar hîn jî tenê bi zimanekî ne. Hin şaredariyan jî devokên kurdî wekî zimanekî cuda nîşan dane.
Di warê çandî de gavên sînordar
Di çarçoveya xebatên çandî de jî, ji derveyî Amedê mala Dengbêjan a nû nehate vekirin. Tê gotin ku xebatên şaredariyan di warê kurdî de zêdetir li asta çalakiyên çandî man, lê guherîna mayînde û sazûmanî sînordar ma.
Di nirxandina amadebûyî de hate encamdan ku performansa şaredariyên DEMê di warê zimanê dayikê û kurdî de li paş sozên hilbijartinê ma û pratîkên pirzimanî zêdetir li asta sembolîk sekinîn.