Tirkiye
Şaredarekî din ji CHPê îstifa kir
Îstifayeke din li lîsteya şaredarên parêzgeh û navçeyan ên ku ji Partiya Gel a Komarî (CHP) veqetiyan, zêde bû. Şaredarê Keşanê yê ser bi parêzgeha Edirneyê Mehmet Ozcan, ji CHPê îstifa kir.
RûpelNews - Hejmareke mezin a şaredarên parêzgeh û navçeyan û parlamenteran vê hefteyê ji CHPê îstifa kirin.
Umit Dikbayır, Parlamenterê Sakaryayê yê ku ji ÎYÎ Partiyê derbasî CHPê bûbû, duhî ragihand ku wî ji partiya xwe îstifa kiriye.
Parlamentera CHPê Nimet Ozdemir jî îro ji partiya xwe îstifa kir û tevlî AK Partiyê bû.
Şaredarê Bajarê Mezin ê Îzmîrê Cemil Tugay, şaredarê Bolu yê di girtîgehê de Tanju Ozcan û şaredarê Haymanayê Levent Koç hemûyan ji CHPê îstifa kirine.
Şaredarê Haymanayê Levent Koç jî piştî îstifaya xwe ya ji CHPê tevlî AK Partiyê bû.