Tirkiye
Şaredarê Buca ya Îzmîrê yê CHPyî hat desteserkirin
Li ser şaredariya Buca ya navçeya Îzmîrê ku di destê CHPde ye operasyon hat lidarxistin. Ligel şaredarê Bucayê gelek kes hatin desteserkirin.
RûpelNews - Li Îzmîrê hêzên ewlekariyê operasyon birin ser şaredariya Bucayê. Şaredarê Bucayê Gorkem Duman û gelek rêvebirên şaredariyê hatin desteserkirin.
Serdozgeriya Îzmîrê der barê operasyonê de daxuyaniyekê belav kir. Li gor daxuyaniya serdozgeriyê operasyon bi hinceta gendeliyê hatiye kirin. Piştî berhevkirina hin delîlên li ser gendeliyê ligel Îzmirê li 6 bajaran operasyon hatin kirin. Hat ragihandin ji bo desteserkirina 62 gumanbaran karên adlî û emnî didom in.