TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Sandeke bilind a leskerî û hikûmeta Iraqê serdana Kerkûkê kir

📅 24 sibat 2022 17:37

PeyamaKurd – Şandeke bilind a leşkerî û hikûmeta Iraqê îro Pêncşemê serdana Kerkûkê kir.

Hat ragihandin ku şanda ji fermandarê proseya hevbeş a Iraqê Ferîq Rukin Ebdulemîr Şemerî û wezîrê kiştûkalê Iraqê Mihemed Xefacî pêk dihat, ji bo gotûbêjkirina rewşa ewlehiyê û qaçaxçîtiya li ser sînoran serdana Kerkûkê kirine.

Şaneya Ragihandina Ewlehiyê ya Iraqê da xuyakirin, wê şande ligel rêveberên nehiştina tawanên aborî yên parêzgeha Kerkûk, Nînowa, Selahedîn û Diyaleyê bicive.

Herwiha hatiye ragihandin ku wê şanda iraqî di vê serdanê de li ser rêgiriya hawirdekirina berhemên qaçaxçîtiyê û parastina berhemên navxwe hevdîtinan bike.

Parve bike: