TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Sandeke Balyozxaneya Amerîkayê li Diyarbekirê serdana HDPê kir

📅 24 cotmeh 2022 19:36

PeyamaKurd – Şandeke Balyozxaneya Amerîka ya Tirkiyê, serdana Serokatiya HDPê ya şaxê Diyarbekirê kir.

Rêxistina HDPê ya Diyarbekirê li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand ku şandeke Balyozxaneya Enqere ya Amerîkayê serdana wan kiriye û ji bo wê serdanê spasiya wan kir.

Hat gotin ku Misteşarê Karûbarên Siyasî yê Balyozxaneya Amerîka Stephen B. Banks, Konsolê Edenê yê Amerîkayê Daniel B. Dolan û Ateşeya Xebatê ya Balyozxaneya Amerîka Deanie Holder serdana rêxistina bajarê Diyarbekir a HDPê kirine û ligel hevserokan civiya ne.

Parve bike: