TR KU AR
FB X IG
Jiyan

SANA: Îsraîlê bi mosekan êrîsî Samê kir!

📅 23 berfanbar 2019 12:35

PeyamaKurd –Ajansa fermî ya Sûriyê SANAyê ragihand, pergala berevaniya esmanî ya Sûriyê rûbirûyî hejmarek moşekên Îsraîlê bû û ew têkşikandin.

SANAyê ragihand ku, Îsraîlê hejmarek moşek avêtin derdora Şamê, pergala berevaniya esmanî ya Sûrî rûbirûbûyî wan bû û ew têkşikandin.

Ji aliyê xwe ve Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) belav kir, di encama têkşikandina mOşekan, dengê 3 teqînan li derdora Şamê hatin bihîstin.

Derbarê ziyanên wê êrîşa Îsraîlê de, tiştek nehat aşkerekirin, tenê moşekek ji wan li devera Eqereba ya gund û warên Şamê ketiye.

Di çend salên dawiyê de, Îsraîlê bi sedan moşek arasteyî Sûriyê kirine, armanca wê jî ji wan êrîşan, lawazkirina milîsên Îranê û Hizbulaha Lubnanê ye.

Parve bike: