Salihî spasiya Nêçîrvan Barzanî kir û got: Nehêlin me berdin hev!
PeyamaKurd - Serokê Bereya Tirkmenî ya Iraqê Erşed Salihî ragihand ku ew naxwazin di navbera Kurd û pêkhateyên Tirkmen de alozî derbikevin û daxwaz kir, ti aliyek rê nede kesên ku bixwazin pêkhateyan berdin hev.
Serokê Bereya Tirkmenî ya Iraqê li Hewlêrê di civîneke rojnamevaniyê de îro got ku ew naxwazin di navbera pêkhateyên Kurd û Tirkmen de alozî çêbibin û diyar kir, di van bûyerên dawiyê de derketiye holê ku hinek kes dixwazin aloziyan çêbikin.
Erşed Salihî spasiya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî kir ku di derbarê zelalkirina bûyeran de hestiyar bûye:
“Me dixwest hikûmeta herêmê baregahê Bereya Tirkmenî nûjen bike ku li Kifrî ji aliyê provakatoran ve rûbirûyê wêrankariyê bûye û herwiha em dixwazin lêpirsîn ligel xemsaran bê kirin, lê tişta qewimî me sar nake, em ligel hemû pêkhateyan in û em ti milmilaneyekê di navbera Tirkmen û Kurdan de naxwazin.”
Salihî anî ziman, tişta berî hefteyekê li Hewlêrê qewimî, mijara teqekirina li hîmayeyên baregahê Tirkmenan li Hewlêrê cihê gumanê ye bo wan û got: “Lê di heman demê de ez spasiya birayên hikûmeta herêmê dikim, herwiha Wezîrê Navxwe û Serokwezîr ku girîngiyê bi wê dosyayê didin, bi wê bûyerê, ew çekdar kî bûn, gelo ser bi aliyê sêyem in û bo têkdana peywendiyên navbera pêkhateyên Turkmen û Kurdan hatine şandin, di navbera partiyan de, ya rast em hest bi hestyariya rewşê dikin li herêmê û rê jî nadin kesî peywendiyên navbera pêkhateyan têk bidin.”
Serokê Bereya Tirkmenî bal kişand ser ku ew ditirsin aliyekî diyarkirî milmilaneyan di vî warî de wek derfet bikar bîne û wiha axivî:
“Em spasiya hêzên ewlekariyê dikin ku ligel me di peywendiyên berdewam de ne û tîmê Bereyê li Hewlêrê bo eşkerekirina nasnameya wan kesên teqe li hîmayeyên baregahê Bereya Tirkmenî ya Hewlêrê kirine û girtina çekdaran gelekî girîng e, em li bendê de hêzên ewlekariyê wan bigirin.”