TR KU AR
FB X IG
Kurdistan

Salek li ser pêvajoya nû re derbas bû: Platformaya Saziyên Demokratîk banga ‘Çarçove Yasa’ kir

📅 11 tîrmeh 2026 22:03
Di salvegera yekem a pêvajoya ku ji bo dîtina çareseriyeke demokratîk ji bo pirsgirêka kurd hatibû destpêkirin de, Platformaya Saziyên Demokratîk, bi mebesta misogerkirina aştiyeke mayînde banga amadekirina qanûneke çarçoveyî û avêtina gavên ber bi demokratîkîbûnê kir.

RûpelNews - Platforma Saziyên Demokratîk li Amfiya Sumerparkê ya li Amedê ji bo nirxandina salvegera yekem a Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk konferanseke çapemeniyê li dar xist. Di daxuyaniyê de hart destnîşankirin ku heta niha ji bo pêşxistina pêvajoyê gavên girîng hatine avêtin, di heman demê de hat tekezkirin ku divê dewlet jî reformên yasayî û siyasî yên pêwîst bi cih bîne.

"Qonaxeke dîrokî"

Di daxuyaniya xwe platformê diyar kir ku Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk, a ku di 27ê Sibata 2025an de ji aliyê Abdullah Ocalan ve bi raya giştî re hatibû parvekirin, ber bi çareseriyeke demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka kurd ve xaleke werçerxanê ya girîng nîşan dide.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku, li dû manîfestoyê, Tevgera Azadiya Kurd biryar dabû ku dawî li têkoşîna xwe ya çekdarî bîne û xwe hilweşîne û merasîma îmhakirina çekan a ku di 11ê Tîrmeha 2025an de li Şikefta Caseneyê ya li Silêmaniyê hatibû lidarxistin, gaveke sembolîk bû ku pêkanîna vê biryarê nîşan dida. 

Divê gavên dualî bên avêtin

Di daxuyaniyê de hat gotin ku di sala borî de gavên herî girîng ên ber bi çareseriyê ve ji aliyê Tevgera Azadiya Kurdistanê ve hatine avêtin, di heman demê de hat îdiakirin ku dewlet di pêkanîna tedbîrên yasayî yên berbiçav de ji bo piştgirîkirina pêvajoyê bi ser neketiye.

Platformê tekez kir ku aştiyeke mayînde tenê bi îradeyeke yekalî pêk nayê û banga amadekirina qanûneke çarçoveyî ya berfireh ji bo sazûmanîkirina çareseriyeke demokratîk, avakirina garantiyên yasayî, û girtina tedbîrên avakirina baweriyê yên lezgîn kir.

“Ocalan aktorekî sereke ye”

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Abdullah Ocalan di pêvajoyê de aktorekî sereke ye û hat tekezkirin ku misogerkirina şertên kar û danûstandinê ji bo pêşveçûna pêvajoya aştiyê pir girîng e. Her wiha bal hat kişandin ser kêmasiya agahiyên giştî yên derbarê diyalogê de, ku ev demeke dirêj e li ser nayê ragihandin.

"Banga çareseriyeke demokratîk"

Platformê anî ziman ku pirsgirêka kurd bi polîtîkayên ewlehiyê nayê çareserkirin û diyar kir ku siyaseta demokratîk û reformên yasayî tekane rêya pêşerojê ne.

Di dawiya daxuyaniyê de, hate tekezkirin ku hemû beşên civakê berpirsiyariya xwe bi cih bînin da ku banga 27ê Sibatê û pabendiya bi aştiyê ya ku di 11ê Tîrmehê de hatibû nîşandan, daîmî bikin, di heman demê de bang li dewletê hate kirin ku bêyî derengî gavên demokratîk û yasayî bavêje.

Parve bike: