Sakik bo Kiliçdaroglu: Ji ber ku me piştgiriya te kir em poşman in
RûpelNews - Kiliçdaroglu di dema weşaneke televîzyonê de di bersiva pirsên rojnamevanan de diyar kir ku ew ji dengdana 'erê' ya ji bo rakirina parêzbendiya parlamenteriyê ya Demîrtaş ne poşman e. Di daxuyaniyekê de ku li ser hesabê xwe yê medyaya civakî wek bersiv ji gotinên Kiliçdaroglu yên derbarê Demîrtaş de parve kir, Sirri Sakik bi gotinên tund bersiva Kiliçdaroglu da û destnîşan kir ku ew berê ji ber rexneyên li ser wî rastî rexneyên tund hatibû.
"Min dizanî tu ki yî û çi yî"
Sakik, beşa axaftina Kiliçdaroglu ya derbarê Demîrtaş de parve kir û di peyama xwe de wiha nivîsand:
"Min dizanî tu ki yî û çi yî, û wê demê ji ber eşkerekirina vê yekê ez ketim ber şerekî siyasî. Ez her wiha ketim ber buxtanên te. Tu ewqasî fesadekî bêşerm î ku tu dê tu carî poşman nebî. Bi rastî em poşman in ku me piştgiriya te kir. Em çûn û me deng da kesekî wek te, ku tu taybetmendiyên wî yên baş nînin. Û şaşitiya herî mezin a kariyera min a siyasî ew bû ku ez çûm û min ji bot e daxwaza dengan kir.”
Gelek bertekên tund hatin dayîn
Parvekirina Sakik di demeke kurt de li ser medyaya civakî bala gelek kesan kişand. Bi taybetî, gelek bikarhênerên medyaya civakî yên ku berê diyar kiribûn ku wan li ser daxwaza Selahedîn Demîrtaş piştgirî daye berbijariya serokatiyê ya Kiliçdaroglu, di parvekirinên xwe de diyar kirin ku ew poşman in ku dengê xwe dane wî.
Daxuyaniya tund a Sakik nîqaşên derbarê bandora gotinên Kiliçdaroglu li ser dengderên opozîsyonê û piştgiriya alîgirên DEM Partiyê ji nû ve gur kir.
Kim ve ne olduğunu ben biliyordum ve bunu ifşa ettiğim için linç yedim zamanında. Senin iftiralarına da maruz kaldım.
— sırrısakık (@sakiksirri) June 19, 2026
Sen pişman olmayacak kadar yüzsüz bir düzenbazsın. Esas biz pişmanız sana destek verdiğimiz için. Senin gibi tek doğru tarafı olmayan birine gidip oy verdik. Ve… pic.twitter.com/IhLqvhcYWo