TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Sahbaz Serîf sondê xwar û dest bi serokwezîrtiya Pakistanê kir

📅 04 adar 2024 21:52
PeyamaKurd – Li Pakistanê di meclisa netewî de di encama dengdanê de, Şahbaz Şerîf sond xwar û ji nûh de bû serokwezîrê Pakistanê.
Şerîf (72) îro li payîtext Îslamabadê li baregeha serokkomar di hûzûra Arif Alwî de, di merasimê de sondê xwar û bi fermî dest bi wezîfê kir.

Şahbaz Şerîf ê birayê Nawaz Şerîf, di meclisa ku 336 kursiyên wê hene, duhî di encama dengdanê de201 dengan sitendibû û bû 24em serokwezîr.
 
Parve bike: