TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Sahbanûya Brîtanyayê Elizabeth a 95 salî bi koronayê ket

📅 20 sibat 2022 17:02

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Şahbanûya Brîtanyayê Elizabeth bi vîrusa koronayê ketiye.

Koşka Buckingham Brîtanyayê bi daxuyaniyekê ragihand ku testa Şahbanû Elizabeth a Covidê pozîtîf derketiye.

Koşka Buckinghamê daye xuyakirin ku tevî hebûna nîşaneyên koronayê jî Şahbanû Elizabeth nexweşiyê sivik derbas dike.

Şahbanûya Brîtanya Elizabeth 95 salî ye.

Parve bike: