TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Rûsyayê gefa ‘Sêrê 3yem ê Cîhanê’ xwar!

📅 28 hezîran 2022 15:57

PeyamaKurd – Cîgirê Serokê Konseya Ewlekariya Rûsyayê Dimitri Medvedev ku seroktî û serokwezîrtiya Rûsyayê jî kiriye, li ser şerê Ukraynayê û nîvgirava Kirimê gefa şerê Sêyem ê Cîhanê xwar.

Medvedev ji bo herêma Kirimê ku ji sala 2014an ve dagir kirine got: “Ji bo Kirim parçeyekî Rûsyayê ye. Destwerdaneke li Kirimî tê wateya ragihandina şer li dijî welatê me.”

Di dewamê de Medvedev diyar kir, "Heger ev destwerdan ji aliyê welatekî endamê NATOyê ve bê kirin, tê wateya şerekî berfireh ê li hember Hevpeymaniya Atlantîk a Bakur (NATO) û ev jî şerê Sêyem ê Cîhanê ye. Ev tam felaket e.”

Li ser endamtiya muhtemel a NATO ya Swêd û Fînlandê jî Medvedev got, gavê bersivdanê yên Rûsyayê amade ne û ew ê li sînorên wan welatan fuzeyên hîpersonîk ên Îskender bicih bikin.

Parve bike: