TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Rûsya wezîfeya Tirkiyê di bîr de anî!

📅 19 cotmeh 2018 00:12

PeyamaKurd - Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê ragihand, Rûsya ji Tirkiyê dixwaze bila lihevkirina ser Idlibê ya pêkanîna devera bê çek û çekdar li parêzgeha Idlibê ji bîr neke û wê bi cih bîne.

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Mariya Zakharova di civîna çapemeniya ya heftane de ragihand: Rûsya ji Tirkiyê dixwaze bila lihevkirina ser Idlibê ya pêkanîna devera bêçek û çekdar li parêzgeha Idlibê ji bîr neke û wê bicih bîne.

Mariya Zakharova diyar kir ku Rûsya  hêvîdar e Tirkiyê bikare babetên diyarbûyî li lihevkirina ser Idlibê ya pêkanîna devera bê çek û çekdar li parêzgeha Idlibê bicih bîne û rê ji bo serêxwegirtina babetên ku serokkomarên herdu welatan li ser axaftin û lihev kirin ve bibe.

Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li 17ê Îlona îsal li bajarê Soçiya Rûsyayê li ser parêzgeha Idlibê bo rawestandina şêr û çend babetên din li ser vî bajarî li hev kirin û biryar hat dayîn ku heya 15ê Cotmehê navçe ji 15 heya 20 kîlometran sînorê navbera hêzên hikûmeta Sûriyê û çekdarên dijberê ji çek û çekdaran û teqemeniyê were valakirin û rayedarên Tirk û Rûs li ser vê meselê çavdêriyê bikin.

Parve bike: