Rûsya wê bi tetbîqatê hêza xwe nîsanî dinyayê bide
PeyamaKurd- Li wezareta karên derve yê Rûsyayê bo ataşeyên leşkerî yên biyanî û rojnamevanan di mijara tetbîqata ku dê di 11-17ê êlûnê de ya bi navê Vostok-2018 e, brîfîngekî hat dayîn. Serokerkanê Rûsyayê Gerasimov li ser mijara kirina tatbîqata Vostok-2018 an ragihandinekî kir û weha got:
“ Wê 297 hezar leşker, ji hezarî zêdetir balafir, helikopter û drone, li dora 36 hezarî tank û alavên zirxî û li dora 80 heb keştî tevli tetbîqatê bibin.”
Tetbîqat wê li dora Sîbîrya û rojhilatê Rûsyayê çêbibe. Gerasîmov got ku dê yekîneyên leşkerî yên Çînê û Moxolîstanê jî tevli tetbîqatê bibin. Gerasîmov got ku armanca tetbîqatê bo kotrolkirina asta amadekariya yekîneyane.
Rûsya ragihand ku tetbîqat ne li dijî NATO ye û supekulasyonên ku di vê mijarê de tên kirin ne rastin.