TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Rûsya û Sûriyê li Tertûsê tetbîqateke hevpar kirin

📅 25 gulan 2020 13:20

PeyamaKurd – Hêzên hevpar yên Rûsya û Sûriyê li nêzîkî baregeha hêzên deryayî ya Rûsyayê li Tertûsê tetbîqateke leşkerî kirin.

Serokê Baregeha Tartûsê li Sûriyê Vyaçeslav Rodinov derbarê tatbîqata de ku bi mebesta parastina baregehê li dijî sabotajkaran re ji çepemeniyê re axivî û got, “Hêzên hevpar yên Sûriyê û Rûsyayê tetbîqateke hevpar a taktîkî kirin.”

Rodinov destnîşan kir ku bi vê tatbîqetê re hemû tiştên dihat plankirin bi awayekî serkeftî hatine kirin û anî ziman ku ji bo parastina baregeha Tertûsê hêzên herdu welatan amade ne.

Li gorî daxuyaniya Rodinovî, di dema tetbîqatê de keştiyeke ku mayînan tesbît dike jî beşdar bûye û keştiyê çendîn mayîn tesbît kirine û ew mayîn hatine tunekirin.

Parve bike: