"Rûsya û Sûriye ji bo berjewendiyên xwe wê me bikin qurban"
PeyamaKurd - Ji Meclisa Îranê Parlamenterê Kaşmerê Behruz Bunyadiyê ku tê zanîn nêzî reformîstan e polîtîkaya welatê xwe ya li hemberî Rûsya û Sûriyeyê rexne kir.
Bunyadî got: "Rûsya ji bo me nebû dostekî pêbawer. Rûsya û Sûriye ji bo berjewendiyên xwe wê me bikin qurban. Beşar Esed jî hevkariya xwe ya bi Rûsyayê ra zêde kiriye û bi devê wan xeber dide."
Di axaftina xwe de Bunyadî bal kişand ser qeyrana aboriyê ya li Îranê û destnîşan kir, ji bo feqîrî û bêkariyê dema çavkaniyên welêt bên bikaranîn ev yek wê bibe çareseriya qeyranê û axaftina xwe wiha domand: "Em pereyê Îranê ku di polîtîkaya hundir û derva ya ku maliyeteke pir zêde derdixe da xerc nekin. Ji bo Îranê salê divê 60 milyar dolar veberhênanî bê kirin. Ji hêla berjewendiyên neteweyî va pirsgirêka bêkarî û feqîriyê li pêş me ye û divê em vê çareser bikin, em çima serweta xwe ya neteweyî ji bo tiştên di qada aboriyê da bi kêrî me nayên da xerc dikin?"
Bunyadî diyar kir ku lazim e li ser wan pirsgirêkên ku li Îranê diqewimin û dikin stûyê hêzên dervayî kûr bibin û wiha pê da çû: "Em çima her tim bi tirsa şer û embargoyan bijîn? Kîjan komploya navneteweyî hat û çemên me bendavên me ziwa kirin, bûn sedemên pirsgirêka hawirdorê? Kîjan mudaxaleya biyanî hewaya paqij li me herimand. Ji ber çi bi dinyayê ra lihevkirin ji me ra evqas bi zehmet tê ?"
Li Îranê pirsgirêka qeyrana aboriyê zêde dibe û tumenê pereyê fermî yê Îranê jî li hemberî dolar her diçe qiymetê winda dike. Li paytext Tehranê di serî da li gelek deverên din esnafan ji ber vê yekê deriyên dikanên xwe girtin û rewş protesto kirin.
Pirsgirêkên aborî yên li nav Îranê her ku zêde dibe di heman demê da rexneyên li hemberî rêveberiya Tehranê jî zêde dibin.
Milet polîtîkaya girêdayî Rûsyayê, pereyê ku li Libnanê ji bo rêxistina Hizbullahê û li Yemen, Iraq û Sûriyeyê jî di qada eskerî da tê xerckirin, rexne dike.