TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Rûsya û rejîma Sûriyê protokolek îmze kirin

📅 20 tebax 2020 19:53

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Rûsya û rejîma Sûriyê li ser berfirehkirina baregeha Hmeymim a li Laziqiyê li hev kirine û protokolek îmze kirine.

Li gorî zanyariyan protokola bo baregeha Hmeymimê 21ê Tîrmehê ji aliyê rejîmê ve û 30yê Tîrmehê jî ji aliyê Rûsyayê ve hatiye îmzekirin ku li gorî protokolê qadên baregehê yên bejahî û deryayî têne berfirehkirin.

Herwiha hat diyarkirin ku wê navendeke tenduristiyê jî di baregehê de cî bigire ku Sûriye bê berdel ji Rûsyayê re terxan dike.

Parve bike: