"Rûsya û Çîn ji ber mueyîdeyên dijî Îranê kêfxwes in"
PeyamaKurd - Endamê Komîsyona Karên Navxweyî yê Meclisa Îranê Ebduriza Haşîmzayî got Rûsya û Çîn ji ber mueyîdeyên aboriyê yên Amerîkayê yên dijî Îranê dike, kêfxweş in.
Haşîmzayî ji Ajansa Nûçeyan a Karkêrên Îranê ILNAyê re daxuyand ji ber mueyîdeyên Amerîkayê yên dijî Îranê hinek menfaatê bi dest dixin, tevgara Rûsya û Çînê jî rexne kir.
Haşîmzayî got hinek dibêjin ev mueyîde ji bo menfaata Îranê ye, lê aboriya wan nebaş e, bi welatên dinyayê re têkiliya wan qût dibe di nav rewşeke wiha de çawa dibe ku hin kes dibêjin ev tişt ji bo menfaata welêt in.
Haşîmzayî wiha axivî: "Wek li hundirê welêt li dervayî welêt jî hin welatên biyanî ji ber van mueyîdeyan kêfxweş in. Li gor min Rûsya û Çîn ji ber mueyîdeyên li hemberî Îranê kêfxweş in. Bi welatên din re têkiliyên baş girîng in. Hin biryarên aboriyê wek ku we tozek ax ber bi bayê avêtiye dîsa li me vedigere û zirarê dide me."