Rûsya: Tirkiye li gor welatên din bi mêzên û serbixwe tevgeriya
PeyamaKurd – Berdevka wezareta karên derve ya Rûsyayê Mariya Zaharova ji ber Tirkiyê bi mêvanî terefên Rûsya û Ûkraynayê qebûl kir sipasiya Tirkiyê kir û got ku Tirkiye li gor welatên din bi mêzên û serbixwe tevgeriya. Zaharova weha got:
“Xeta Ankara bi mêzêne û lewra me qebûl kir ku Tirkiye para wê di danûstendinên me û Ûkrayna re hebe. Kampanya Rûsofobîk nikaribû hukumeta Tirkiyê û xelkê Tirkiyê bike nav xwe. Ji ber hewlên navbeynkariya Tirkiyê û xwesteka çareserkirina pirsgirêkên navbera her dû dewletan, em sipasiya Tirkiyê dikin.
Tirkiye tevlî dorpêçên Amerîka û Yekîtiya Awrûpayê yên li ser Rûsyayê nebû û di mijara Buhurên Îstenbol û Çanakkale de biryarên li gor normên navdewletî da. Tirkiye ji bo keştî û balafirên Rûsyayê sehayên xwe vekirî hişt.”