TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Rûsya: Tevî hewldanên Tirkiyê çekdar venekisiyan

📅 16 mijdar 2018 02:00

PeyamaKurd – Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê ragihand, ku çekdarên li Îdlibê hebûna xwe ya li deverên bêçek didomînin. Li gor mitabeqetê diviya heta 15ê  Cotmeha derbasbûyî çekdar ji herêmê vekişiyabûna.

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Maria Zakharova di daxuyaniyekê diyar kir ku di çarçoveya rêkeftina heyva Îlonê de ku di navbera Tirkiye û Rûsyayê de hatibû pêkanîn ji bo unsûrên tundraw ji deverên bêçek vekişin lê tevî hewldanên Tirkiyê nehatiye temamkirin.    

Li gor rêkeftina ku di heyva Îlonê de li Soçiyê di navbera Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokê Rûsyayê Vladimir Pûtîn hatibû kirin, dê li Îdlibê devereke 15-20 kîlometr bihata bêçekkirin û ev yeka jî Tirkiyê girtibû ser xwe.

Di çarçoveya mitabeqetê de diviya heta 15ê Cotmeha 2018an çekdarên li herêmê vekişiyabûna.

Parve bike: