TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Rûsya: Têkiliyên me û Çînê gihîstine asteke bilind a "bêhempa"

📅 14 adar 2023 13:00

PeyamaKurd – Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Sergey Şoygû ragihand, têkiliyên di navbera welatê wî û Çînê de gihîştine asteke bilind a "bêhempa".

Li gor daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Rûsyayê Şoygû bi telgrafekê pîrozbahî li Sangfuyê ku wek Wezîrê Wezareta Parastinê ya Çînê hat wezîfedarkirin û General Cang Youshia û General Hi Veydongê ji Artêşa Rizgariya Gel a Çînê ku wek cîgirên serokê komîsyona leşkerî ya navendî ya Çînê hatine destnîşankirin kir.

Di peyamên pîrozbahiyê de hat diyarkirin ku Rûsya û Çîn xwedî sînor û dîrokeke hevpar in, ev daxuyanî hatin dayîn:

"Rûsya û Çîn, dost û hevkarên kevnar in. Dîrok û dostaniya demdirêj a bi sînorên hevpar, gel û welatên me bi hev ve girê daye. Têkiliyên dualî gihîştine asteke bilind a nedîtî û bûne piştgirên domdar ên îstiqrara gerdûnî di nav zêdebûna rageşiyên jeopolîtîk ên li çaraliyê cîhanê de."

Parve bike: