Rûsya: "Pistgiriya êrîsa ser Surîyê ji aliyê Tirkiyê ve sasîtî ye"
PeyamaKurd - Rûsya der heqê rêvebirên Tirkiyê de daxuyanî da ku ji aliyê hin rayedaran ve hatibû gotin: “Ew, ji aliyê Amerîka-Ewropa êrîşbirina ser Sûriyê bi dilxweşî pêşwazî dikin."
Serokê Komîteya Têkiliyên Derve ya Konseya Federasyona Rûsyayê Konstantîn Kosaçev ragihand ku ji aliyê Amerîka, Brîtanya û Fransayê êrîşa ser bingehên eskerî yên Sûriyê, bi dilxweşî pêşwazîkirina rayedarên Tirkiye şaşîtî ye.
Konstantîn Kosaçev herwiha îfade kir: “Gilî û gazindeyên Tirkiye yê der barê Sûriyeyê de tê fêmkirin. Lê belê ev yek, ji bo zêdekirina êrîşkariyê nabe sedem, rêya çareseriya aştiyaneyî resen ew e ku hevdîtinên sê alî ku bo piştgiriya muzakereyên Cenêwre tê kirin û yek endamê wê jî Tirkiye ye. Êrîşa moşekan ya dewletên Rojavayî ne tenê li depoyên xeyalî yên kîmyayî dide, herwiha li pêvajoya çareseriya Sûriyeyê jî dide ku ev yek ji Amerîka-Ewropa re ne xem e."