Rûsya, nota da Japonya û serkonsolosê Japon dersînor kir
PeyamaKurd – Di dema ku serkonsulê Japonya yê li Rûsyayê yê li bajarê Vladivostokê ji Rûsyayê îstîxbatarê dida hev hat girtin. Li ser mijarê dewleta Rûsya nota da Japonyayê û serkonsulê Japon yê bi navê Motoki Tatsunori dersînor kir.
Li gor ragihandina Îstîxbarata federal ya Rûsyayê (FSB); serkonsolosê Japonyayê ji ber bandora givaştinên rojava li ser herêma Primorskiy Krayı agahiyên girîng û parvekirina wan bi sînor bû, dida hev û bi pera difrot, li ser sûc hatiye girtin û wî xistin binçav. Li gor ragihandina wezareta karên derve ya Rûsyayê ku daxwuyaniya xwe nivîskî da wehaye:
“Me bangî musteşarê Japonya yê Moskovayê kir da were wezareta karên derve. Me jê re got ku serokonsulê Japonya yê li Vladivostok xebatên li dijî Federasyona Rûsya dike û em ji niha û pê de wî naxwazin. Wê serkonsolos di nav 48 sietan de terka Rûsyayê bike.”