TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Rûsya: Me li herêma Xarkovê du gund desteser kirin

📅 23 îlon 2026 18:04
Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku wê kontrola gundên Krasnyi Yar û Potihonovo yên li herêma Xarkovê ya Ukraynayê girtiye dest.

RûpelNews - Di daxuyaniyekê de ji Wezaretê hat gotin ku artêşa Rûsyayê li seranserê Ukraynayê li eniyên cuda pêşveçûna xwe didomîne.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Kontrol li ser gundên Krasny Yar û Potihonovo yên li herêma Xarkovê hatiye sazkirin."

Daxuyaniya Rûsyayê di demekê de hat ku şer li eniya pêşîn berdewam dike. Ukraynayê heta niha li ser vê pêşketina ku ji aliyê Wezaretê ve hatiye ragihandin, ti bersiv neda.

 

Parve bike: