TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Rûsya: Me bi Ukrayna re li ser valakirina herêma Kurskê li hev kir

📅 24 sibat 2025 19:13

PeyamaKurd - Rûsyayê ragihand ku artêşa rûsî li herêma Kharkiv bajarokek kontrol kiriye û hate diyar kirin, wan bi rêveberiya Kîêvê re ji bo valakirina herêma Kursk a Rûsyayê ku Ukraynayê jî beşek ji wê kontrol dike, li hev kiriye.

Wezareta Bergiriyê ya Rûsyayê bi daxuyaniyekê ragihand, hêzên wan bajarokê Topolly ê herêma Kharkiv kontrol kiriye.

Li gorî nûçeya Spûtnîkê, çavkaniyeke ji ewlekariyê gotiye; hêzên Rûsyayê li bakur û bakurê rojavayê Novochertovaty bi pêş de çûne û gihîştine ber her du gundên Skondnoye û Dnepronerzhyayê.

Herwiha hate ragihandin, îro Rûsya û Ukraynayê li ser derxistina xelkê ji herêma Kursk a Rûsyayê ku Ukraynayê jî beşek ji wê kontrol dike, li hev kiriye.

Parve bike: