TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Rûsya li ser mijara Sûriyê peyam da

📅 25 îlon 2020 00:44

PeyamaKurd- Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand ku li ser xebata Komîta Destûra Sûriyê hevkariya di navbera Rûsya, Tirkiyê û Îranê de dewam dike. Lavrov û wezîrê karên derve yê Îranê Cewad Zarîf li Moskovayê hevdîtinekî kirin û piştî hevdîtinê, civîna çapemeniyê lidarxistin.

Lavrov got ku Amerîka bi dorpêçên yekalî zorê dide ser Îranê û ev li dijî temamê normên hûqûqa navdewletîne. Lavrov behsa peymana nukleerî ya bi Îranê re jî kir û weha got:

“Weka temamên civaka navdewletî, Moskova û Tehran ambargoya Amerîkayê ya ser Îranê ya sîlihan û biryarên Konseya Ewlekariyê yên Neteweyên Yekgirtî ku dixwaze bixe rojevê, red dikin.”

Di mijara Sûriyê de Lavrov got ku wan Formata Astanayê bo çareserkirina arîşeyên nav Sûriyê ava kirine û di avakirina Komîta Destûrê ya Sûriyê de roleka wê ya girîng heye û weha dewam kir:

“Tiştên me ava kirine em berpirsên wanin. Hevkariya Rûsya,Tirkiye û Îranê di xebata Komîta Destûra Sûriyê de dewam dike. Ev gelek normal e. Ji ber di pêvajoya xebatê de divê pirsgirêkên ku dertên bên çareserkirin.”

Wezîrê karên derve yê Îranê Cewad Zarîf got ku Formata Astanayê li Sûriyê asta rû bi rûbûnê kêmkiriye û weha dewam kir:

“Hevdîtina di navbera rejîma Sûriyê û muxalefeta Sûriyê, nakeve dewsa Komîta Destûrê. Di heman wextê de avakirina Komîta Destûrê nakeve dewsa Formata Astanayê. Formata Astanayê alîkariya avakirina Komîta Destûra Sûriyê kir.”

Parve bike: