TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Rûsya: Li Idlibê muxalîf nemane, hemû bûne El Nûsra

📅 26 adar 2019 18:04

PeyamaKurd - Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Oleg Siromotolov ji medya Rûsî re ragihand ku li herêma Idlibê ti hêzeke ku jê re bêjin muxalîf nemaye û hemû milîtanên wan derbasî aliyê El Nûsrayê (Girêdayî El Qaîde-HTŞ) bûne.

Siromolotov got, “Terorîstên ji welatên cuda hatine li Idlibê kom bûne. Hemû dinya dixwaze vê rewşê wisa wekî xwe bihêle. Lê ev heta hetayê dom nake.”

Rayedarê Rûsî bal kişand ser Rêkeftina Soçîyê ya bi Tirkiyê re û destnîşan kir, aliyê Tirk diviyabû wan ji Idlibê derxe, lê bi dîtina me ti hêzeke muxalîf li wir nemaye û hemû milîtan derbasî aliyê El Nûsrayê (El Qaîde) bûne.

Parve bike: