'Rûsya Kurdistanê wek lîstikvaneke siyasî ya navdewletî dibîne'
PeyamaKurd - Serokê Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî got, Rûsya girîngiyê dide nêrîna siyasî ya Herêma Kurdistanê û Kurdistanê wekî lîstikvaneke siyasî ya navdewletî dibîne.
Dizeyî li ser serdana Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Mîhaîl Bogdanov ya Herêma Kurdistanê û hevdîtinên wî yên bi berpirsên Kurdistanê re da xuyakirin, “Rûsya Herêma Kurdistanê mîna lîstikvanekê dibîne di siyaseta navdewletî de. Ji ber wê jî girîngiyê dide nêrîna me ya siyasî. Di vê çarçoveyê de Mîhaîl Bogdanov hat Kurdistanê û bi Serok Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û berpirsên din re hevdîtin kir.”
Sefîn Dizeyî got ku Herêma Kurdistanê hewl dide pêwendiyên xwe bi Rûsyayê re di hemû waran de pêş bixe û sûdê ji ezmûna Rûsyayê werbigire.