TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Rûsya Îngîltere tehdîd kir: Em ê li biyargeha leskerî ya Kîevê xin

📅 26 nîsan 2022 22:10

PeyamaKurd – Dewleta Îngîltere ji serê destpêka şer de alîkariya Ûkraynayê dike û niha jî ew alîkarî dewam dike. Wezîrê dewletê yê ji bergiriyê berpirs yê Îngîltere li ser sîlihên ku daye Ûkraynayê ragihadnibû ku Ûkrayna dikare bi wan sîlihan li axa Rûsyayê bixe.

Li ser mijarê wezareta bergiriyê ya Rûsyayê aşkera got ku eger Ûkrayna bi sîlihên Îngîltere daye Ûkrayna li axa Rûsyayê bixe, wê li biryargeha li Kîevê bixin û bersiva Îngîltere jî bidin. Wezaret ragihand ku fuzeyên wan yên hesas û bi kontrol 24 siet daîma amade ne ku li Kîevê li navenda biryargeha Ûkraynayê ya leşkerî bixin û weha dewam kir:

“Eger Londra Ûkraynayê dehf bide ber bi tevgerên weha an ku êrîşê axa Rûsyayê bike, em ê yekser bersivê bidin. Welew di biryargeha Kîevê de hemwelatiyên dewletên Rojavayî jî hebin.”

Parve bike: