Jiyan
Rûsya hisyarî da NATO û Gurcistanê
PeyamaKurd- Serokwezîrê Rûsyayê Dimitriy Medvedev got: "Ketina Gurcistanê bo NATO yê dibe ku şerekî derxe û encama wê herifandin be. Çima îcab dike em fêm nakin.”
Sekreterê giştî yê NAT0 yê Jens Stoltenberg demekî berê peyamek da û got ku bo Gurcistan bibe endamê NATOyê, hemû endamên NATOyê Gurcistanê bo endamtiyê amade bikin. Li aliyê dinê wezîrên karên derve yên endamên NATO yê, yên Letonya, Lîtvanya, Polonya wê îro Tîflîsê ziyaret bikin.
Serokê Rûsyayê Vladimir Putin jî ragihand ku xwe firehkirina NATO yê ku Ûkrayna û Gurcistanê bixe nava xwe, wê bi neyînî qebûlbikin.