TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Rûsya fuzeyên Yarsê li ser sînorê Ûkrayna û Belarûsê bicîh kir

📅 29 mijdar 2021 16:36

PeyamaKurd – Wezareta bergiriyê ya Rûsyayê ragihand ku Rûsya fuzeya balîstîk ya bi navê Yars ê li ser sînorê Belarûsê û Ûkraynayê li devera Kalûgayê li bajarê Kozelskê bicîh kiriye.

Wezaret ragihand ku seha fuzeyê bi sîstema Yarsê hatiye dîzaynkirin û menzîla fuzeya Yarsê 10 hezar km ye. Rûsya bi Belarûsê re peymana “Yekîtiya Dewletan” çêkiriye û meha borî bi balafirên bombebaranê yên stratejîk li ser Polonya û Belarûsê firiyabûn.

Parve bike: