Rûsya êrîsa hewayî kir: 2 kustî û 9 birîndar
PeyamaKurd- Li başûrê Idlibê, balafirên Rûsyayê êrîşên hewayî bir ser sengerên muxalifan û ciyên sîvîl. Di êrîşê de 2 sîvîl mirin û 9 sîvîl birîndar bûn. Balafir, êrîşê birin ser gundê Xan Es Subul û gundê bi navê Biksereye ku bi ser navçeya Cisir Eş-Şuxur ve ye. Herî kêm 3 cara êrîşê birin ser van gundan.
‘Mala Çavdêriyê ya Balafiran ya muxalifan’ e di ser hesabê xwe medya civakî de ragihand ku êrîş ji aliyê Rûsya de hatiye kirin û weha got:
“Êrîşa hewayî ji aliyê balafirên Rûsya de ku ji baregeha hewayî ya Himeymimê rabûn, hat kirin.”
Heman nûçe ji aliyê rêvebirê parastina sîvîl ya bajarê Lazkiyê, Ahmed Hac Esad ve hat kirin. Hac Esad ragihand ku birîndaran birine nexweşxaneyê û agirên ku bi ciyan ketine, ji aliyê tîmên îtfaiyê de hatine vemirandin.