Jiyan
Rûsya: Em amade ne bi Amerîkayê re li hev bikin
PeyamaKurd - Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Ryabkov, li ser mijara betalkirina Peymana Moşekên Menzîlnavîn ji aliyê Amerîkayê ve, got ku Rûsya ji bo danûstandinên bi Amerîkayê re amade ye.
Ryabkov doh 13ê Kanûnê di daxuyaniyeke xwe ya li Moskowê de, amadebûna welatê xwe bo dîyaloga rasteqîn û çêker bi Amerîkayê re diyar kir û got, Rûsya dixwaze wê peymanê biparêze.
Serokê Amerîkayê Donald Trump 20ê Cotmeha 2018an ragihandibû, ew dê ji ber hincetên ku Rûsya peymanê binpê dike ji Peymana Moşekên Menzîlnavîn vekişin.