TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Rûsya dikare balafirên SU-57 bifrose Tirkiyê

📅 03 gulan 2019 01:06

PeyamaKurd- Bi sedema ku Tirkiye ji Rûsyayê sîstema parastina hewayî ya S-400an ji Rûsyayê kiriye, Amerîka û NATO zorê dide ser Tirkiyê da dev ji kirîna S-400an berde. Niha Amerîka dibêje sîstema S-400 û balafirên F-35 bi hevre nabin. Lê di vir de Rûsya dikeve dewrê û dibêje di şûna F-35an de SU-57an bidin Tirkiyê ku her dû sîstem li hevin. CEO yê şîrketa bergiriyê ya Rûsyayê Sergey Çemezov ragihand ku heya dawiya salê sewqiyata S-400an bo Tirkiyê diqedînin. Çemezov weha got:

“Di seha sîstema parastina hewayî de hevkariya bi Tirkiyê re bo me gelek girîng e. Welatê me xwedî hêze û dikare di vî warê teknolojiyê de hevkarî bi Tirkiyê re bike. Tirkiye bo balafirên SU-57 bazareka cazîb e. Eger Tirkiye bixwaze balafirên me bikire, em amade ne ku hevkariyê bikin.”

Çemezov bo Tirkiyê got ku daxwaza wan ya hevkariyê di seha hilberîna S-500an de bi Rûsya re wan gelek razî dike û ew di seha hevkariyê ya teknolojîk de têrin û dikarin bikin.

Parve bike: