TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Rûsya: Çekdarên El Nûsra (HTS) li kêleka hêzên Wîfaqê ser dikin

📅 05 hezîran 2020 18:57

PeyamaKurd - Wezareta Derve ya Rûsyayê piştrast kir ku çekdarên ji Sûriyê li nav hêzên hikumeta Wîfaqê de bicih bûne û li Lîbyayê şer dikin.

Ajansa Russia Today (RT) li ser zimanê berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Marîa Zaxarova ragihand ku Moskowê derbarê rewşa rojavayê Lîbyayê û tawanên milîsan de bi fikar e.

Zaxarova got, “Milîsên hikumeta Wîfaqê ji çekdarên sûrî pêk tê, di nav de endamên Cebhet El-Nusra jî hene. Konseya Ewlehiyê ya NYyê Cehbet El-Nusra xistiye nava lîsteya rêxistinên terorîst ku xwe di bin navê Heyet Tehrîr El-Şam (HTŞ) de bi rêxistin dike.”

Ev demek e şerê li Libyayê jî wekî şerê navxwe yê Sûriyê bi aweyekî wekalet û leşkerên kirêkirî tê meşandin ku ji aliyekî ve Tirkiye bi piştgiriya hikûmeta demkî ya Fayez Serac ji Sûriyê çekdaran dişîne û ji aliyê din ve jî welatên wekî Rûsya, Misir, Siûdî û Îmarat piştgiriya hêzên Hefter (Artêşa Niştîmanî ya Libyayê) dikin.

Parve bike: