TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Rûsya bo NATOyê: Çekan nedin Ûkraynayê û tevgera leskerî ya nêzî sînoran rawestînin!

📅 22 mijdar 2021 21:38

PeyamaKurd - Berdevkê Kremlînê yê Rûsyayê Dmitriy Peskov, piştî hewldanên welatên rojava yên ji bo pêşîgirtina tevgerên leşkerî yên Rûsyayê li Ûkraynayê, bang li endamên NATOyê kir ku çekan nedin Ûkraynayê û tevgera xwe ser sînor rawestînin.

Dmitriy Peskov daye xuyakirin ku divê NATO tevgerên xwe yên provokatîf ên li nêzî sînorên Rûsyayê rawestînê û NATO binesaziya xwe ya siyasî û leşkerî li nêzî Rûsyayê bide rawestandin.

Serokwezîrê Brîtanyayê Boris Johnson jî hefteya borî gotibû, heger Rûsya li ser sînorên Ûkrayna û Polonyayê tiştekî bike, ev dê şaştiyeke trajedîk be.

Hêjayî gotinê ye, Ûkrayna û hevalbendên wê yên rojavayî Rûsyayê tawanbar dikin ku çek û cebilxaneyan bi rêya sînoran dişîne ji serhildêran re ku Moskow vê yekê red dike.

Parve bike: