Rûsya bersiv da Amarîkayê:”Ajîtasyonê dikin”
PeyamaKurd - Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Maria Zaxarova li ser mueyîdeyên nû yên Amerîkayê ragihand, “Hilbijartin hê nehatine, lê belê zext hazir in. Sedem çi ye? Lewra ev yek li Amerîkayê beriya hilbijartinan bo ajîtasyonê faktoreke girîng e.”
Piştî ji Wezareta Gencîne ya Amerîkayê mueyîdeyên nû li ser Rûsyayê hat ragihandin, derbarê mijarê de Rûsya bersiv derengnexist.
Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Maria Zaxarova, derbarê mueyîdeyên nû yên Amerîkayê ragihand, ku Amerîka mueyîdeyan beriya hilbijartinan wek amûreke ajîtasyonê bikar tîne. Hilbijartin hê nehatine, lê belê zext hazir in. Sedem çi ye? Lewra ev yek li Amerîkayê beriya hilbijartinan bo ajîtasyonê faktoreke girîng e.”
Beriya niha, Wezareta Gencîne ya Amerîka di çarçova mûeyîdeyên li dijî Koreya Bakûr li hember 2 welatî, 3 şirketî û 6 keştiyên Rûsî biryara mueyîdeyan dabû. Herwiha hatibû ragihandin ku bi sedan milyon dolarên Rûsyayê yên aktîf jî hatine blokekirin.