Jiyan
Rûsya: Amerîka santajê li me dike
PeyamaKurd - Cîgirê Serokê Komîteya Pêwendiyên Derve di Federasyona Rûsyayê de Vladimîr Djabarov, derbarê betalkirina hevdîtina Serokê Amerîkayê Donald Trump a bi Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn de diyar kir ku Amerîka şantajê li wan dike.
Djabrov li ser krîza Ûkraynayê ku bûye sedema betalkirina hevdîtinê got ku şantaj helwesta wan naguherîne, lewra paşde gav navêjin û leşkerên Ûkraynî yên li Kendava Kerçê hatine destgîrkirin bernadin.