TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Rûsya 15 leskerên Ûkraynayê zîndanî kir

📅 28 mijdar 2018 22:26

PeyamaKurd- Mijara Buhira Kerçê ya behra Azakê di navbera Rûsya û Ûkrayna de dewam dike. Behrevanên ku derxistin dadgehê, bo 2 mehan hatin zîndanîkirin. Ragihandin ji aliyê ajansa Riayê de hat kirin.

Rûsya dest danîbû ser 3 keştiyên Ûkraynayê û bi wan re 24 xebatkarên leşkerî binçav kiribû. Niha ji 24 kesan 15 ji wan,bo 2 mehan xiste zîndanê.

Li gor ajansê; dadgeha Rûsyayê ya Kirimê bi sedema ku sînorên ava Rûsyayê îhlal kiriye, bo 3 leşkerên birîndar jî biryara zîndankirina wan bo 2 mehan ceza da. Darizandina xebatkarên din yên keştiyên Ûkraynayê dewam dike.

Parve bike: