TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Rubio li ser Rojava got: Trump du caran bi Şera re axivî

Navenda Nûçeyan
Edîtor
📅 15 sibat 2026 17:33
Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio ragihand ku Serok Donald Trump du caran bi serokê Sûriyê Ahmed Şera re derbarê geşedanên li Rojava de axiviye.

RûpelNews - Marco Rubio roja Yekşemê di konfêranseke çapemeniyê ya hevpar de bi Serokwezîrê Slovakyayê Robert Fico re, derbarê rewşa li Rojava û Sûriyê de daxuyaniyên girîng dan.

Rubio, ku diyar kir ku wan di navbera du egeran de biryar daye û got:

"Li Sûriyê du bijardeyên me hebûn. Ya yekem ew bû ku em bihêlin welat li 18 beşên cuda were dabeşkirin: şerê navxweyî yê demdirêj, bêîstiqrarî, koçberiya girseyî, bibe qada lîstikê ji bo terorîstan, DAIŞ li her derê bigere, Îran dîsa bikeve dewrê."

Rubio destnîşan kir ku bijardeya duyemîn ew bû ku bi Ehmed Şera û tîma wî re bixebitin û wan ev rê hilbijartiye.

Rubio tekez kir ku armanceke din a sereke ya hevdîtinên Trump bi Şera re ew bû ku dem qezenc bike da ku kurd di sîstema nû ya Sûriyê de bên tevlîkirin.

Rubio got, "Trump ji Şera re got ku şer rawestîne da ku em karibin li ser entegrasyona kurdan di nav hêzên neteweyî yên Sûriyê de bixebitin. Şera heta niha li ser soza xwe sekinî û şer rawestand. Lê divê ew di vê riyê de berdewam be."

Rubio amaje pê kir ku pêkanîna peymana yekbûnê ya ku di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û rêveberiya Şamê de hatibû îmzekirin, dê ne hêsan be, û diyar kir ku divê hikûmeta nû ya Sûriyê ne tenê bi kurdan, herwiha bi drûz, elewî, bedewî û hemû beşên din ên civakê re jî li hev bike.

Parve bike: