Rubio dê biçe Îsraîlê: Dosyaya Îranê li ser maseyê ye
RûpelNews - Cîgirê Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Tommy Pigott ragihand ku Wezîrê Derve Marco Rubio dê di 2-3ê Adara de serdaneke fermî bike Îsraîlê. Daxuyaniyeke nivîskî ya wezaretê nîşan da ku hevdîtinên Rubio dê li ser Îran, Lubnan û xebata berdewam a li ser "Plana Aştiyê ya 20 Xalan ji bo Xezzeyê" ya ku ji hêla Serokê Amerîkayê Donald Trump ve hatîye ragihandin, biaxivin.
Dosyaya Îranê li ser maseyê ye
Di dema serdanê de, Rubio bi Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu re bicive. Tê dîyar kirin ku civîn danûstandinên nukleerî yên berdewam ên bi Îranê re û mijarên ewlehiya herêmî tê raber kirin.
Gera sêyemîn a danûstandinên nukleerî yên di navbera Amerîka û Îranê de duh li Cenevreyê pêk hat. Di demekê de ku têkiliyên dîplomatîk berdewam dikin, tê ragihandin ku Amerîka hebûna xwe ya leşkerî li herêmê diparêze.
Tê payîn ku bandora serdanê li ser pêvajoya danûstandinan û hevsengiyên herêmî di rojên pêş de eşkere bibe.