TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Romanyayê binkeyên xwe ji Amerîka re vekirin

Navenda Nûçeyan
Edîtor
📅 11 adar 2026 17:41
Parlamentoya Romanyayê bi piraniya dengan daxwaza Amerîkayê ya ji bo bikaranîna binkeyên hewayî yên li welêt pejirand.

RûpelNews - Li ser daxwaza Serokê Romanyayê Nicușor Dan, parlamentoyê daxwaza Amerîkayê ya ji bo bicihkirina leşker û balafirên şer li Binkeya Hewayî ya Mihail Kogalniceanu ya li nêzîkî Konstantsayê li peravên Deryaya Reş a Romanyayê û Binkeya Hewayî ya Campia Turzii ya li beşa navendî ya welêt guftûgo kir.

Hat ragihandin ku, li gorî daxwaza ku bi piraniya dengan hatiye pejirandin, Amerîka dê leşker û alavên xwe li binkeyên Romanyayê bi cih bike.

Di vê navberê de, opozîsyona ku li dijî daxwaza Amerîkayê derketibû, bi fîkfîkan gotûbêjên parlamenyoyê qut kirin. Serokê Hevbendiya Romanyayê ji bo Yekîtiyê (AUR) George Simion, got ku partiya wî dê dengê xwe li ser daxwazê nede, ku li gorî wî dê Romanyayê bixe şer.

Serok Nicușor Dan di daxuyaniyekê de berê di rojê de got ku daxwaza Amerîkayê ji bo armancên parastinê ye û welatiyên Romanyayê ne hewce ye ku bi fikar bin.

Raporên medyaya neteweyî diyar kirin ku Amerîkayê daxwaza bicihkirina du firokeyên tanker ên ku ji bo dagirtina sotemeniyê ya firokeyên leşkerî li hewayê tên bikaranîn li Binkeya Hewayî ya Mihail Kogalniceanu kiriye û plan dikir ku nêzîkî 500 leşkeran bişîne Romanyayê. Hat destnîşankirin ku leşkerên amerîkî dikarin herî zêde 90 rojan bimînin.

Parve bike: