TR KU AR
FB X IG

Rojnamevan Bayramoglu: Entegrasyon û asîmîlasyon nêzîkî hev in

Cesim İlhan
Edîtor
📅 16 hezîran 2026 14:26
Rojnamevan û nivîskar Alî Bayramoglu, derbarê nîqaşên li ser entegrasyon ku di çarçoveya proseya aştiyê ya ku di navbera Tirkiye û rêberê PKKê Abdullah Ocalan de dest pê kir got, "Entegrasyon dibe mîna ya din, hate ez û tu dike yek, ew jî wek nêzî asîmîlasyonê ye."

RûpelNews - Rojnamevan-nivîskar Alî Bayramoglu der barê mijarên proseya aştiyê, pirsgirêka kurd û pêşeroja kurdan li Rojhilata Navîn ji RûpelNews re nirxandin.

Bayramoglu da zanîn gotina wî ya berê bilêv kiribû "çem di berjewendiya kurdan de diherikin" îro jî bilêv kir û rewşa siyasî ya kurdan bi vê gotinê îzah kir û diyar kir ku rola siyasî ya pêşeroja kurdan divê tenê bi perspektîfa dewletbûnê neyê xwendin. Bayramoglu bi bîr xist ku wî berê di nirxandinên xwe de gotibû ku pêvajo bi sûda kurdan pêşve diçin, û tekez kir ku ew îro jî heman nêrînê diparêze û wiha got:

"Bê guman, av kêm dibe, herikîna çeman jî kêm dibe. Lêbelê, dema ku em li rewşa giştî ya kurdan, xwestek û daxwazên wan dinêrin, ez difikirim ku salên pêş de dikarin ji bo kurdan salên girîng û bingehîn bin. Ez hîn jî difikirim ku çem bi sûda kurdan diherike."

"Rûdanên li Rojava  rewş guhert"

Bayramoglu bal kişand ser kurdên ku li çar welatên cuda belav bûne û cudabûna şert û mercên her welatekî bi bîr xist û wiha got:

"Rojava wekî herêmeke kurdî di nav Sûriyeyê de derdiket holê. Tevgera siyasî ya kurd li Tirkiyeyê xurt dibû û xwe ava dikir. Ji ber vê yekê, li wir îhtîmala sazûmanîkirin û dewletbûnê hebû. Îro gelek pêşketin berevajî bûne, lê dîsa jî ez difikirim ku hebûna kurd dê siyasî bibe û kûrtir bibe. Ev dibe ku ne bi şiklê dewletekê be, lê bê guman dê bi şiklên din derkeve holê."

"Kurd dikarin bibin hêmanek damezrîner a Rojhilata Navîn"

Bayramoglu diyar kir ku serxwebûn û fikra Kurdistaneke yekgirtî di siyaseta kurdî de wek îdealên girîng dimînin û got, "Yek îdeal ew e ku her kes herêmeke kurdî ya serbixwe biafirîne. Îdeala duyemîn a sereke welatekî yekgirtî yê kurdan e, ango dewleteke Kurdistanê. Lêbelê, ev bi îmkanên siyasî yên îroyîn pir realîst xuya nakin. Kurd dikarin hem xwe û hem jî wan civakan bi rêya têkiliya bi rejîm û gelên din ên welatên ku lê dijîn veguherînin. Di vê wateyê de, kurd dikarin di salên pêş de bibin yek ji hêmanên damezrîner ên Rojhilata Navîn."

Pêşniyara entegrasyonê ya Ocalan

Bayramoglu bi behskirina pêvajoya aştiyê ya heyî diyar kir ku ew piştgirî dide nêzîkatiya Abdullah Ocalan ku kurd bibin beşek ji peymanek civakî û siyasî ya nû li welatên ku ew lê dijîn. Lêbelê, Bayramoglu, li ser dijberiya xwe ya li hember têgeha "entegrasyonê" got, "Bi min peyva 'entegrasyon'ê pirsgirêk e. Ez ne li dijî pêvajoyê me. Lê ez difikirim ku peyva 'entegrasyon' pênaseyeke netemam e. Entegrasyon dibe mîna ya din, ew binkategoriyek asîmîlasyonê ye."

Bayramoglu peyva entegrasyonê ji bo rewşa kurdan wek peyveke neyinî rave kir û tekez kir têgeha "artikulasyon" rasttir e. Bayramoglu wiha axivî: "Bi vê peyvê wate ev e ku Kurd li welatê ku lê dijîn bi nasname û nirxen xwe tên nasîn û bi vî awayî beşdarî proseyên siyasî û civakî dibin."

"Serdema siyasetê ji bo kurdan dest pê kiriye"

Bayramoglu diyar kir ku pêşeroja siyaseta kurdan êdî bi têkoşîna siyasî û mekanîzmayên demokratîk dê were avakirin û got, "Serdema siyasetê ji bo kurdan dest pê kiriye. Rêyeke din tune."

Bayramoglu teqez kir ku pêvajoyên siyasî di serdema pêş de dê diyarker bin û got: "Dem dê nîşan bide ka çem dê çawa li ser vê mekanîzmaya siyasî biherike. Lê ez difikirim ku ew ê bi sûda kurdan biherike. Kurd dikarin di pêvajoyên demokratîkbûnê yên welatên ku lê dijîn de roleke damezrîner bilîzin. Ew niha nifûsa herî çalak û dînamîka herî damezrîner in."

Parve bike: