Tirkiye
Rojnamevan Cem Kuçuk hate binçavkirin
Rojnamevan Cem Kuçuk di çarçoveya lêpirsîna ku ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve tê meşandin de bi tohmetên "belavkirina agahiyên şaş bi eşkereyî" û "şantajkirin" hate binçavkirin.
RûpelNews - Cem Kuçuk, ku vê dawiyê ji TGRT û rojnameya Tirkiye veqetiya, bi tohmetên "belavkirina agahiyên şaş bi eşkereyî" û "şantajkirin" hate binçavkirin.
Daxuyaniyek ji Serdozgeriya Komarê ragihand ku derbarê tohmetên jorîn de ji bo Cem Kuçuk biryara girtin û binçavkirinê hatiye dayîn.
Piştî vê fermanê, Kuçuk ji hêla tîmên Rêveberiya Şaxa Dijî Qaçaxçîtî û Sûcên Rêxistinkirî (KOM) a Fermandariya Cendirmeyên Parêzgeha Stenbolê ve hate binçavkirin; li gorî agahiyan, pêvajoya doza wî ji hêla cendermeyan ve berdewam dike.