TR KU AR
FB X IG
Rojhilata Navîn

ROJHILAT: Sine hat bordûmankirin:23 mirî û bi sedan birîndar

Navenda Nûçeyan
Edîtor
📅 04 adar 2026 06:58
Li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê di êrîşên hewayî yên ku ji aliyê artêşên Amerîka û Îsraîlê ve li ser bajarê Sine yê li Rojhilatê Kurdistanê hatin kirin de 23 kesan canê xwe ji dest dan û zêdetirî 200 kes jî birîndar bûn.

RûpelNews - Hejmara miriyan di êrîşên hewayî yên ku ji aliyê DYA û Îsraîlê ve li ser bajarê Sîne yê li Rojhilat hatin kirin, zêde dibe. Li gorî zanyariyên destpêkê, 23 kesan jiyana xwe ji dest dane û zêdetirî 200 kes jî birîndar bûne. Tê ragihandin ku rewşa hin ji birîndaran krîtîk e.

20 baregehên leşkerî hatin armanckirin

Li gorî zanyariyên di Ajansa Nûçeyan a Tasnim  de cih digirin de ji 28ê sibatê ve li bajarên parêzgeha Sineyê 20 baregeh û navendên Pasdarên Îranê û polîsan hatine armanckirin.

Niştecîhên sivîl jî hatin hedefgirtin

Hat îdiakirin ku di êrîşên hewayî de ne tenê cihên leşkerî, lê herwiha niştecîhên sivîl jî herî kêm şeş caran hatine hedefgirtin. Tê ragihandin ku nexweşxaneyên li herêmê di bin barekî mezin de ne, û rewşa hin ji birîndaran krîtîk e.

Parve bike: