Rojhilat: Kirmaşan, Hemedan û Loristan hatin bombebarankirin
RûpelNews - Di hefteya çaremîn a pevçûnên berdewam ên di navbera Îran, Amerîka û Îsraîlê de, hat ragihandin ku dîro nîvro li parêzgehên Kirmaşan, Hemedan û Loristan, ên Rojhilatê Kurdistanê teqînên hevdem pêk hatine.
Heft teqînên cuda pêk hatin
Li gorî zanyariyên ji herêmê, derdora saet 12.00an navenda bajarê Kirmaşanê û hin deverên derdorê hatin amancgirtin. Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku li bajêr herî kêm heft teqînên cuda pêk hatine û dengê teqînan li parêzgehên cîran jî hatine hîskirin.
Hatiye ragihandin ku, di heman dema li Hemedanê teqîneke bihêz qewimî. Di vê navberê de, derketin holê ku parêzgeha Loristanê tevahiya rojê rastî bombebarana giran hatiye. Tê îdiakirin ku êrîşan cihên leşkerî û stratejîk kirine armanc.
Encamên bombebarankirinê nehatine ragihandin
Heta niha jî derbarê encamên bomberankirina her sê herêmên Rojilatê Kurdistanê de ti gahiyên fermî nehatine ragihandin.