Rojê 2-3 fîncan qehwe stresa mirovan kêmtir dike
RûpelNews -
Lêkolîna ku ji aliyê Zanîngeha Fudanê ya Çînê ve hatiye kirin û di Journal of Affective Disorders de hatiye weşandin, nîşan dide ku bandoreke pozîtîf a qehweyê li ser parastina hişê mirovan heye.
Zêdetirî 460 hezar kes 13 salan hatin şopandin
Ji bo ku li ser pêwendiya di navbera vexwarina qehweyê û teşxîsên stres û depresyonê de lêkolîn bê kirin zêdetirî 460 hezar kes seranserê 13 salan hatin şopandin.
Li gorî encamên lêkolînê rîska nexweşiyên rewşa derûnî û rewşên bi stresê ve girêdayî, li cem kesên ku rojê du heta sê fîncan qehwe vedixwin, herî kêm e.
Rojane 2 an 3 fîncan qehwe baştir e
Pispor amaje dikin eger ji 2 fîncan kêmtir qehwe bê vexwarin tesîreke wê li dijî nexweşiyan nîn e di heman demê de ji 3 fîncan zêdetir wek 5 an 6 fîncan ben vexwarin jî nexweşiyên nû peyde dibin. Yanê a îdeal ew e ku rojane 2 an 3 fîncan qehwe bên vexwarin baştir e bo tenduristiya mirovan.