ROJAVA | Di bin banê HSDê de ermeniyan taburek ava kir
PeyamaKurd Taybet – Ermeniyên di nava HSDê de tabureke ku bi tenê ji ermeniyan pêk tê ava kirin. Tabura ku ji 50 şervanî pêk tê, dê di salvegera qirkirina ermenan de (24ê nîsanê) bi fermî were ragihandin.
Li gorî agahiyên ku PeyamaKurd ji çavkaniyên bi ewle bidestxistine, tabura ku niha hejmara wê 50 ye, dê mezin bibe. Ermeniyên ku di nava Federasyona Bakur û Rojhilatê Sûriyê de cih digirin tabureke ku bi tenê ji ermeniyan pêk tê ava kirin.
Tabura navborî, navê xwe ji fermandarê TKP/ML TIKKOyê ku di têkoşîna li dijî rêxistina terorê DAIŞê jiyana xwe ji dest daye Nubar Ozanyan (Orhan Bakirciyan) werdigire.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk ( HSD) ku pêşengiya wê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) dike, ji tifaqa kurd, ereb û suryanan pêk tê. HSD bi têkoşîn û serkerftina xwe ya li dijî DAIŞê tê naskirin.
HSDê li deverên stratejîk ên weke Kobanê, Bendavê Teşrînê, Minbic, Tebqa, Bendava Tebqayê û li paytexta berê ya DAIŞê Reqqayê li DAIŞê serkeftinên mezin bidestxistin.
Armanca sereke ya kurdên Sûriyê damezirandina û parastina xweseriyeke federal e li ‘Rojava-Bakurê Sûriye’ li hemberî neyarên derve, bi taybetî Tirkiyê