TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Rojava | Çekdaran agir bi zeviyên genim xist: Xebatên vemirandinê didomin

📅 24 gulan 2024 16:26

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku îro 24ê Gulanê komên çekdarên bi ser Tirkiyê ve, zeviyên çandiniyê yên li rojavayê Zirgan a di bin kontrola Rêveberiya Xweser de şewitandin.

Li gorî çavkaniyên herêmê  çekdarên ku li rojavayê bajarê Zirganê bi cih bûne, agir bi zeviyên li Zigarê xistin û Hêzên Parastina Civakî, xelkê gundên deverê û tîmên agirkujiyê yên bajêr ji bo vemirandina agir seferber bûne.

Tîmên agirkujiyê hewl didin ku agir beriya bigihe zeviyên din vemirînin.

Parve bike: